1. Serkeftî bî Swed!
/keş û hewa
Swed xwedîyê pilana herî bilind a keş û hewayê di cîhanê daye. Avropa kesktir bûye
Pirskirêka keş û hewaya me tenê bi rîya navneteweyî tê care ser kirin. Lê dive yek pêşkewtinê
zêde tir bixe rê. Amerîka û çîn tûndîyan dikin lê avropa gavan davêje pêşîyê û wek hêzeka
karîgera serekî bo çareserîya mijara keş û hewayê bûye. Ev yeka bixzwe çê nebûye. Partîya
navendî çi di nav welat û çi di cîh ên dî li avropayê, di bi cîj kirina mijara keş û hewayê di
serîyê mijar ên girîng, pir karîger xebitîye.
Di payîzê de hûne bibjêrin kû gelo berdewam bibe an na. Lê çawa bûna şêwazê jî hûnê
bibjêrin. Gelo ev mijara ji alîyê bayloz ên çepgir birêda biçe an bi deng ên kesk kû hûnê bidin,
ji alîyê yekgirtîyan? Partîya navendî bi wê bawerîyê ye kû sîyaset divê di nav sê tiştan de
wek balans bibe: mirov, jîngeh û bazaar. Mirov xwedîyê xwestek û erkin; bazaar ji xwedîyê
hêz û sermayeye. Û jîngeh ji hewcehîyê bi wan her dû an dike.
Çepgiran gor jîngehê diaxivin, lê gor mirovan û bazarê kêm diaxivin. Di bingeha sîyaseta wan
de sîyaseta sist girtin û tûnd girtinêye. Pilana me, sîyaseta dilgermî û xweşbînî gor
pêşkewtinêye. Nêrîna me dibe sebeba zêde bûna şeş beramberîya erebe ên kû bi jîngehê re
wek hevîya wan heye ji dema hilbijartina dewreya berê bûye.
Eva ji çend nimûne ji dilgermî ên kû di rîya baş kirina jîngehê bi cîh tînin:
Anîna ba ên guhertinê
Swed welatekî mezin û bagire. Wateye kû Swed li cîhekî baş daye kû hêza xwe bi rîya ba
zêde bike. Pîşeya çêkirina hêzê bi rîya ba, îro di cîhanê de bervî pêşve çûyînê ye. Partîya
navendî dixwaze kû bi çê kirina cîh ên çêkirina hêz ên ba, berdewam bike. Em dixwazin ev
pêşeya bo kompanî ên hêzê qazancê bîne kû bi rîya "bi hevgihîştin ên elektironîkî", zêdetir li
ser hêza ba sermaye daynîn. Di amancê de em dikarin ji vê bazarê bo derxistina hêza kû
bikaribe dûbare be, zêdetir bikar bînin.
Tren ên xwedî hêza tund – belê ji kerema xwe!
Dive mirov sefer bikin, bo hevdîtina bi hevre, bo kar û ticaretê. Him di nav bajarê xwede hin
jî dinav bajarande. Hinek mirov difikirin kû hûn bi gotina " na " bo peywendîyan, dikarin
xizmeta jîngehê bikin. Bawerîya partîya navendî dijî vê yekêye. Em dixwazin bi berfirehî li
bûwara cêbecêhîya giştî de sermaye daynin. Û bi şêwazekî bedewîyê bidinê kû mirov, zêdetir
ji tren û aftobûsan bikar bînin. Tren ên kû zû rê dicin, nimûneyek ji wan xebatanaye. Tren ên
kû zêde tund diçin, ji balafiran rehettirin. Partîya navendî dixwaze li ser tren ên kû zû rê diçim
sermaye dayine. Ev kara dibe sebeba nêzik bûna avropayê bi hevdûre.
Bajar ên kesk
Bajaran bervî berfireh bûnê ve diçin, him li Swedê him jî li cîh ên dî li cîhanê de. Û li cîhê kû
mirov ên zêde li wêderê dijîn, derfeta kar ên zêdejî heye kû dive bo jîngehê bê bıcîh anîn.
Amanca serekîya partîya navendî, hinek bajarin kû ji alîyê hêzê ve serbixwe ne. Demak mirov
zibil ên xwe dîsa bikar bînin, mal ên gel bikar anîna hêz ên kêm çê dikirin û ji şêwaz ên
derhênana hêzê bi biçûkî de bikar bînin, ev amanca dşkare bibe rastî. Bi berfireh bûna
teknolojî ên wisa, welatê Swedê dikare çareserî ên jîngehî bo hemû bajar ên mezin û girîng ên
cîhanê derxîne. Evjî nimûneyeka dî ye kû nîçan dide hûn çawa dikarin ji mirovan, kar û
jîngeh bi hevre piştîwanîyê bike.
Alîkarî bo merc ên keş û hewayî li beramber bi dijwarîya aborî
2. Piştîwanî ên me dive kesk tir bibe. Bo pêşî girtin ji guhertin ên keş û hewayî û pêşî girtin ji êş
û elem ên gelek mirov ên kû li buwara aborî ve dijwarîyê dane. Partîya navendî dixwaze li ser
teknolojîyên kesk di welat ên kû bervî pêşkewtinê diçin sermaye dayine. Piştîwanî ên kesktir,
dikarin, wek li demekê de, him merc ên keş û hewayî xelaz bike, û him jî dijî dijwarîya aborî
bixebite.
Ji dengê kesk ên yekgirtîyan di heyva siptambir ê de piştîwanîyê biki, dengê xwe bidin partîya
navendî.